TEVGERA JINAN A AZAD Û
DEMOKRATÎK
Tevgera
Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) tevgera bi hezaran jinên kurd e ku di gelek
qadên wekî saziyên civaka sîvîl, rêxistinên jinan, rêxistinên ciwanan, partiyên
siyasî û rêveberiyên herêmî xebatên xwe dimeşîne.
DOKH;
nakokiya zayendî wekî nakokiya herî bingehîn ya sedsala 21’emîn pênase dike;
nîjadperestiyê, netewperestiyê, mîlîtarîzmê, zayendparêziyê, tehekuma li ser
xwezayê, mêtingeriya kedê wekî encamên desthilatdariya mêran ya pergala
dewletperestiyê dinirxîne û vê yekê wekî hinceta têkoşîna xwe dibîne.
Angaşta
DOKHê ew e ku li dijî pergaleke ku di nav de vîna jinan tune ye, pergal û
ramanên xwe saz bike da ku ji bo pêkanîna pergaleke li gorî berjewendiyên
mirovahiyê serkêşiyê bike. Ji bo vê jî, li hemû qadan bi modela xwerêxistinkirinê
ya xweser pergala alternatîf saz dike. Rêgeza xwerêxistinkirina xweser ji hêla
felsefîk û sosyolojîk dispêre van bingehan;
1-
Dîrokê, wekî pevçûna pergalî ya di navbera hêzên modernîteya demokratîk (jin,
tevgerên kedê, avaniyên etnîkî, tevgerên baweriyê, rewşenbîr, çînên bindest) û
şarstaniya dewletperest de pênase dike. Bindestan ji ber ku pirsgirêkên xwe yên
avakirina pergala alternatîf çareser nekirine, pergalên desthilatdar jî ji holê
ranekirine. Ji ber vê yekê li ser bingeha dîrokîbûnê avakirina pergala
alternatîf dike mijara sereke ya têkoşîna xwe.
2-
DOKH wisa bawer dike ku serdestî pêşî di qada zîhnî de ava bûye. Her ku avabûna zîhnî di qadên wekî zanist,
felsefe, teolojî, zayenda civakî û mîtîlojiyê de ji bo berjewendiya mêran pêk
hatiye, civak ji bo mêtingeriyê hatiye amadekirin û newekhevî û koletî hatiye
qebûlkirin. Ji ber vê yekê DOKH ji bo pirsgirêka jinê bê çareserkirin pêşî
pêwistî bi epîstemolojiyeke nû dibîne û bi têgeha jîneolojiyê re pêşniyara
zanista jinê dike. Jîneolojî armanc dike ku jin xwe rasterê bigihînin
çavkaniyên zanyarî yên têkildarî xwe û wan şîrove bikin. Jîneolojiya ku armanc
dike rêze-nirxên xwe ava bike, armanc dike ku xebatên xwerêxistinkirinê di
qadên zanista ekonomiya jinê, zanista sosyolojiya jinê de pêk bîne. Îdeolojiya
rizgariya jinê ya ku bi avabûna pradîgmaya jinê re armanc dike paradîgmaya
mêran û hilberînên zayendî li paş xwe bihêle, rêgezên wekî azadî, serbixwebûn,
welatparêzî, estetîk, îrade û nêrîna azad û rêxistibûnê bixe meriyetê. Têkildarî vê jî di qadên wekî akademiyên
jinan, kovarên jinan û weşanên jinan de xebatan dimeşîne.
3.
Avakirina pergala alternatîf, karekterê bingehîn yê têkoşîna DOKH’ê îfade
dike. Tevgera jina ku hemû pergalên
deshilatdarî-dewletî red dike, rêxistinên derveyî dewletê esas digire. Bi modela neteweya demokratîk, wê yekê
diparêze ku hemû komên etnîk, dînî û civakî pergalên xwe yên xweser yên
demokratîk ava bikin û wekî yekîtiya jorîn di avaniya konferedal ya demokratîk
yekîtiya cudahiyan diparêze. Li dijî desthilatdariya mêr, modela netew dewletê
têkoşîna xwe di vê esasê de formule dike û pergala xweseriya demokratîk a di
qada civakî ya jinê de ava dike. Avabûna qadên azadiya pergalên
xweser-demokratîk ya ku rêgeza xwe bi rê
ve bibe û qedera xwe diyar bike îfade dike. Di vê esasê de;
a)Tevgera
Jinan a Azad û Demokratîk xwe xweser birêxistin dike. Bi rêxistinên meclisên jinan re li 25 bajaran
DOKHê xwe birêxistin kiriye û meclis ji 300 kesan pêk tê û rêveberiya wê ji 31 kesan pêk tê. DOKH ji
sedî 60 gel, ji sedî 40 bi rêveberiya delegasyona sazîbûnê û rêbaza
hilbijartinê konferansên xwe yên salane pêk tîne. Xebatkarên jin yên partiyên
siyasî, meclisên jinan û parlamenterên jin, nûnerên herêmî yên jinên hatine
hilbijartin, kedkarên jin yên sendîkayan, aktîvîstên jin, rêxistinên civaka
sivîl, komeleyên jinan, weqf, koperatîf, çapemenî-weşan, endamên ji qada çand û
hunerê, akademîsyenên jin û delegasyonên gel yên jin hemû di bin banê DOKH’ê de
ne.
b.Tevgera
Jinan a Azad û Demokrastîk di hemû avabûnên civakî û siyasî yên kurd de (KCD,
BDP û şaredarî) ev 8 sal in pergala xwe ya hevserokatiyê bi pêş xistiye, ji
sedî 40 kotaya jinê pêk tîne. Di qada siyasî de 13 parlamenterên jin, 14
şaredar, 18 endamên meclisa navendî û 193 jî endamên meclisa şaredariyan hene.
Endamtiya
mêrên pirjin qebûl nake. Di qada rêveberiya herêmî de butçeya jinê ava dike, di
polîtîkayên îstîhdama jinê de wekheviya pozîtîf esas digire, xebatkarên
şaredariyê yên ku şîdetê li ser hevserên xwe dikin, der barê wan de kar û barê
hiqûqî tên kirin û heta ji kar avêtinê yan jî birîna meaş an jî maaş teslîmê hevsera wî bikin,
pêkanîn pêk tên.
C
Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk, li 25 bajaran meclisên jinan, li şardariyên
BDP’ê 27 navendên şêwirmendiya jinê, 3 stargehên jinan, 17 koperatîf, 9
komeleyên jinan, 3 akademiyên jinan, kovara jinê, li 12 bajaran komeleyên
dayikên aştiyê, ajansa jinan a JÎNHA û di serî de rêxistinbûna meclisên jinan
yên KCD Û BDP’ê û hemû saziyên jinan yên xweser re pergalên alternatîf ava dike. Hemû endamên hilbijartinên giştî û herêmî ji
aliyê meclisa jinan a DOKHê û aktîvîstên wê ve tên diyarkirin.
DOKH
qebûl dike ku paradîgmaya azadiya demokratîk, ekolojîk û zayendî pirsgirêkên
mirovahiyê çareser dike û ji bo wekheviya zayenda civakî pêk bê, li hemû qadên
civakê xwe birêxistin dike û ji bo ku jin zêdetir wekhev û azad di nava civakê
de têkoşînê bidin, xebatan dimeşîne.
DOKH
ji bo ku îdelolojiyên nijadperest, serdest, neteweperest, mîlîtarîst yên jinê
tune dikin, bi hişmendiya ku vê zîhniyetê ji holê rake derketiye ser rê. Ji ber
vê sedemê, di çarçoveya rêgez û armancên ku diyar kirine de ji serê sala
2003’yan heta niha di qadên civakî, siyasî û çandî de xebat meşandine û biryara
ku dê hmû jinên kurd di bin sîwaneyekê de bîne cem hev girtiye û hedef têkiliya wan
ya bihev re a xebatan û keda jinê bê xuyakirin, girtiye. Di vê
çarçoveyê de bi jinên ku di rêxistinên civaka sivîl, di saziyên jinan yên
serbixwe û yên civakî de cî digirin re, enerjî, ked û hêza xwe kiriye yek
û ji bo ku pergala civakî ya ku pergala
serdest ya mêran ava kiriye biguherîne, têdikoşe.
DOKH’ê;
destkeftiyên jinên kurd bi hemû azmûn û cerebandinên jinên cîhanê re aniye cem
hev û diyar kiriye ku hemû newekhevî ji newekheviya di navbera jin û mêran de pêk tên.
Di sedsala 21’ê de jinên rêxistinkirî, têkoşîna xwe ya edalet, aştî,
azadî, wekhevî û demokrastiyê bilind dikin.
Jinên
endamên Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk, dîroka berxwedana jinê ya bi salan
li dijî newekheviyê ya ku wek ‘dîroka kesên li malê hatine hepskirin’ red dike.
DOKH
ne tenê ji bo jinên kurd yên li Tirkiyeyê, ji bo rêxistinên jinan yên Tirkiyeyê
cihekî gelekî girîng digire. DOKH der barê gelek pirsgirêkên jinan û tevger û
rêxistinên jinan yên Tikiryeyê de piştevanî û hevkariyê bi pêş dixe. Vê piştgirî û hevkariyê li Tirkiyeyê di
têkoşîna mafên jinên Tirkiyeyê de cihekî girîng girtiye, dînamîkeke mezin bi
têkoşîna jinê daye qezenckirin.
ARMANC Û RÊGEZÊN WÊ:
- DOKH bi stratejîk nêzîkî têkoşîna jinan dibe, çareseriya pirsgirêkên civakî di rizgariya îdelojiya jinê de dibîne.
- DOKH têkoşîna azadiya jinê wek nasnameya azad a jinê û rêxistinbûna serbixwe dide nasîn.
- Dema li dijî pergala serdest a mêran xebatê dimeşîne, xwe ji zihiniyeta wê, ji modela rêxistinbûna wê diparêze, rêxistineke xweser ya jinan esas digire.
- DOKH, li dijî ziniyeta ku nijad, çîn û neteweyan vediguherîne û dike mêr, ji bo pirsgirêkên zayendî, neteweyî û çînî yên ji ber zayendê, bi têgihîştina têkoşîna azadiya jinan dinirxîne.
- Li gorî DOKHê yekîtiya demokratîk a gelan û aştiya civakî bi çarseriya pirsgirêka kurd ya bi rêbazên demokratîk pêk tê.
- DOKH li dijî avabûnên hiyerarşîk-dewletî ye.
- Paradîgmaya azadiya zayendî ya civaka demokratîk û ekolojîk esas digire.
- Armanc dike ku îradeya demokrastîk a gelan derxe holê.
- Di esasa nirxên komunal yên demokratîk de rêxistibûnê esas digire..
- Di nava rêxistibûna konfederal a demokratîk de rêxistibûna jinê ya xweser esas digire.
- DOKH, li dijî hemû cureyên êrîşê, tundî û binpêkirinên mafan yên li hemberî jinan xeta têkoşîna demokratîk esas digire û mafê xwe yê parastina rewa bi kar tîne.
- DOKH; bêyî ku newekheviyê bike navbera herêm, çîn, netew, bawerî, zayend û etnîkan mafê hemû jinan diparêze û pirsgirêkên wan çareser dike.
- Li dijî îdelojiyên pergala serdestiya mêran ku zayendparêzî, neteweperestî, newekhevî, hiyerarşî û tundiyê hildiberînin têdikoşe û ji bo pêkhatina wekheviya zayendî ya civakî li qadên civakî, siyasî hiqûqî, aborî, çandî û gelekên din de xebatan dimeşîne.
RÊXISTINBÛYÎNA DÖKH’Ê
Jib o ku xebatên jinê bi sazî bibe, jib o ku encamên baştirîn û
hilbirîner bidest bixe di pênc qadan de wek meclîs xwe bi rêxistin dike.
Meclîsa Qada îdeolojîk;
Bi avakirina nêrîna têkoşîna azadiya jinê, di nava endam û aktîvîstên DOKH’ê de
pêşxistin û bihêzkirina îdeolojiya
rizgariya jinê armanc dike.
Meclîsa Qada Siyasî,
ji bo ku ji karekterê siyaseta mêran xwe
rizgar bike û di qada siyasî de destkeftiyên
jinan xurt bike, armanc dike ku jinan di qada siyasî de birêxistin bike û ji bo ku bi bandoreke mezin di siyasetê de
cih bigere xebatan dimeşîne.
Meclîsa
Qada Civakî, Ligel ku
li dijî pirsgirêk û şîdeta di nava civakê de ya li ser jinê têdikoşe jî, li
aliyê din bi armanca ku civakeke demokratîk û azad bê afirandin xebatan
dimeşîne.
Meclîsa
Qada Jinên Ciwan, Ji
bo ku jinên ciwan bibin xweî nêrîneke jinane û di çarçoveya îdeolojiya
rizgariya jinan de xwe birêxistin bikin, xebatan dimeşîne.
Meclîsa Bajêr a Jinê, Ji bo ku jin mekanîzmaya xwe ya
rêxistibûnê ava bikin û di rêveberiyan de bi bandor rola xwe bilîzin xebatan
dimeşînin. Ji bo ku jin di mekanîzmayên biryarên herêmî de cih bigirin xerbatên
handanê dimeşîne.
QADÊN
SEREKE YÊN TÊKOŞÎNÊ:
TUNDÎ
- Tundiya çandî, aborî, fîzîkî û psîkolojîk ya li ser jinê wek hilberîneke newekheviya zayendê dibîne û li dijî vê têdikoşe.
- Ji bo pêşî li kuştinên li ser navê namûsê bigire, ji bo derketina serastkirinên qanûnî û pêkanîna wan têdikoşe.
- Ji bo ku paşverûtiyên civakî yên wekî zewaca bi darê zorê, hêwî, berdêl û qelenê biguherin têdikoşe.
- Mijarên wekî ensest, destdirêjî, kuştinên li ser navê namûsê û mijara fuhûşê ji bo xwe wekî mijarên sereyên yên têkoşînê dibîne û di van qadan de têkoşîneke aktîf dimeşîne.
XIZANÎ
- Li gorî DOKHê sedema sereke ya xizaniyê ew ku dahat di asta neteweyî û global de û hemû çavkaniyên civakî û kurewî bêedalet tên dabeşkirin.
- DOKH, pirsgirêka edeleta civakî û geşedanê wek pisgirêkeke siyasî dibîne; ligel ku bandora herî mezin û giran li ser jinê dike jî, wek pirsgirêka jinê nabîne, wek pisgisrêkeke demokrasiyê dibîne. Ji bo ku têkiliya hêzî ya newekhev ya di navbera jin û mêran de biguhere, têdikoşe.
- DOKH, diyar dike ku xizaniya jinê, hem ji ber rewşên jiyana xebata bi pere û hem jî ji newekheviya zayendî û normên çandî û civakî diqewime.
- Ji ber vê yekê ji bo ku DOKH hemû kesên di bin sîwaneya xwe de ye ji xizaniyê rizgar bike û hem di qada civakî û hem jî di polîtîkaya aboriyê de guherîn pêk bên der barê jinan de gelek bername û pêşîgirtinan bi pêş dixe û dike meriyetê.
- DOKH, bi bernameyên ji bo pêşxistina rewşa jinan, ji bo pêkanîna dabeşkirina adilane dixebite ku butçeyên herêmî û neteweyî li hemberî zayendiya civakî bihistyar bin.
- DOKH, têkiliya civakî ya newekhev a ku civakên xizan hatine hiştin bi çanda qedeqeyê tên terbiyekirin, red dike. Li dijî vê tora têkiliya newekhev û nêzîkbûna wê ya li rola civakî ya kevneşopî ya jinan têdikoşe.
KED
- Di qadên kar de ji bo wekehviya jin û mêran û her wiha ji bo heqdestê wekhev têkoşînê esas digire. Ji bo ku şert û mercên ketina kar, perwerdehiya pîşeyî û terfîkirina jin û mêran wekhev be û jin û mêr xwedî mafên wekhev bin xebatan dimeşîne.
- DOKH ji bo keda jinên ku li malan dixebitin bê dîtin, ji bo heqdestê vê kedê bê dayîn sererastkirinên qanûnî bê kirin xebatan dimeşînine..
- DOKH, ji bo ku di piyasaya hêza kar de jin bi bandor bin û defetên îstîdhama jinan zêde bibin rêxistinbûna jinan a xweser (kooperatîfên jinan) ava dike. Ji ber vê sedemê proje û bernameyên pîşeyî dide meşandin.
- Bi armanca ku di sektorên derveyî qeydan yên ku jin û zarokan bi giranî dixebîtinîn de (atolyeyên biçûk, mal, karên rojane, xwedîkirina zarokan, xizmetkariya malan, paqijiya kargeriyan) û di çandiyê de qanûnên parastina mafan bên derxistin û ev cihên kar bikevin bin qeydan û ewlehiya wan a civakî bê dayîn dikeve nav hewldan.
- DOKH qadên wekî jinên ku rastî pêkanînên newekhev yên zewac, ducanî û zayînê tên de, ji bo guherîn û pêkanîna polîtîkayan xebatan dimeşîne.
KOÇBERÎ
- Ji bo ku berpris û berpirsyariyên koçberiya bi zorê ya ku di encama polîtîkayên dewletê yên mîlîtarîst de pêş ketiyr (vegera bi ewlehî, tazmîna zirarên madî û manewî, sererastkirinên qanûnî yên pêwîst) bên cih, hewl dide û xebatên aktîf dimeşîne.
- Bi armanca pêkanîna polîtîkayên civakî û bernameyên li ser pirsgirêkên jin û zarokên bi koçberiya darê zorê ji cî û warên xwe bûne û li bajaran rastî pirsgirêkên hiqûqî, aborî, civakî, çandî û psîkolojîk, xebatan dimeşîne.
HIQÛQ
- DOKH, Peymana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, Peymana Pêşîlêgirtina Newekheviya li Dijî Jinan (CEDAW) û Belgeyên Pekin+5 wek belgeyên bingehîn qebûl dike û ji bo ku ev peyman ku Tirkiyeyê jî îmze kirine di hiqûqa hundir de bên bicîanîn, têdikoşe.
- Ji bo ku hemû xalên li dijî jinan yên di rêzikname û qanûnan de bên guherin û her wiha guherînên bên kirin bi înîsiyatîfa jinan bikevin meriyetê û ev qanûn ji aliyê jinan ve bên zanîn û bên dîtin xebat tên meşandin..
- DOKH, ji bo jinên ku di hemû qadên jiyanê de rastî pêkutiyan hatine, xizmeta hiqûqî û piştgiriyê dide.
TEMSİLİYET
- DOKH diyar dike ku demokrasiyên ku temsiliyeta jinê nadin, nabin demokrasiyên rast û di hemû mekanîzmayan de ji bo ku kotaya jinê bikeve meriyetê, temsiliyeta jinê zêde bibe û jin bibin xwedî biryar û tevli qadan bibin xebatan dimeşîne.
- DOKH, li hemû qadên jiyanê heta ku wekheviya zayendî ya civakî bi pêş bikeve rêgeza wekheviyê ya pozîktîf dê esas bigire. Li dijî hemû hêzên dagirker yên îradeya jinê tune dihesibinin, çalakiyên ku îradeya jinê derxin holê dimeşîne. Jinan di vî alî de birêxistin dike û teşwîq dike.
ÇAPEMENÎ
- DOKH, çapemeniya heyî wek pergaleke serdest ya mêran dide nasîn. Ji bo guherîna çapemeniya ku şîdeta li hemberî jinê û newekheviyê zêde dike û bedena jinê wek meta nîşan dide, têdikoşe.
- DOKH ji bo pêkhatina tora medyayê ya ku di navbera rêxistinên jinan de hevgirtin û danûstandinên zanyariyan pêk tîne, lîteratur û danheva jinan (dîroka jinan) lêkolîn dike û pêşkêş dike, xebatan dimeşîne.
TÊKOŞÎNA
AŞTIYÊ
- DOKH têkoşîna aştiyê ya ji bo şert û mercên jiyaneke bi ewle û aştiyane, parçeyeke têkoşîna azadiya jinê dibîne û bi vê perspektîfê xebatên aktîf dimeşîne.
- Ji bo ku şerê di navbera jin û mêran de ku nehatiye îlankirin bi wekheviya jin û mêran bi dawî be, wekî temînata pêkhatina aştiya di navbera civakan de dibîne û ji bo vê têdikoşe.
- Li dijî kapîtalîzm, mîlîtarîzm, çekan û şerî têdikoşe. Cudahiyan wek dewlemendiyê dibîne û li dijî vê têkoşîneke mezin dide meşandin.
- DOKH ji bo ku pevçûnên bi çek û
bê çek yên di navbera welatan de bi riyên aştiyane û adîlane bên çareserkirin
têdikoşe û bi kesên çareseriyê pêk tînin re di nava hevkariyê de ye.
PERWERDE Û HÎNDEKARÎ:
- DOKH, perwerdeya zimanê dayikê mafê makeqanûnî dibîne; Ji bo ku ev maf bikeve bin ewlehiya qanûnî û bikeve meriyetê têdikoşe.
- DOKH ji bo ku perwerdê ji hemû cureyên nêzîkatî, rêbaz û zanînên ku newekheviyê empoze dikin biparêze xebatan dimeşîne.
- Armanc dike ku hemû mekanîzmayên ku rê digirin jin zanyariyê biafirînin û xwe bigihînin zanyariyê ji holê rake têdikoşe û ji bo jinan di perwerdehiyê de cudakariya pozîtîf dixwaze.
- Di qada aborî, siyaset,felsefe, zanist, çand, huner, dîrok, malbat, hiqûq, ol, teknolojî, çapemenî û zanînê de serdestiya baviksalarî lêpirsîn dike; di vê mijarê de ji bo kapasîteyan biafirîne û cudahiyan biafirîne bername û polîtîkayan diafirîne..
TENDURISTÎ
- Ji bo ku di mijara tenduristiya jinê de nêzîkatiya mêran bê guhertin, zanyarî bên parvekirin, bandor li nêzîkatî, polîtîka û sepandinan bê kirin û bên guhertin xebatan dimeşîne û armanc dike ku mijara tenduristiyê ji nêrîna zayendîparêz bê paqijkirin.
- Ji bo parastina mafê zarokan û dayikan; ji bo gihandina zarokan û tenduristiya wan; ji bo jinên ducanî yan jî dema li zarokên xwe dinêrin û her wiha dixebitin û bi qezenca xwe li malbata xwe dinêrin der barê tenduristî û ewlehiya wan de xebat tên meşandin; Her wiha ji bo ku jinên ducanî ji karê xwe nebin û destûra dayiktiyê bigirin hewl tên dayîn.
Ji
bo ku bo hemû jinan agahiyên tenduristiyê bi hêsanî, bêpere û bi kalîte bên
bidestxistin, û ji bo xizmetên perwerdehî û tenduristiyê xebatên pêkanîn û
bicîanîna polîtîkayên tenduristiyê dimeşîne.
Navnîşana têkiliyê:Taxa Oguzlar. Cadeya Bariş Manço. Kolana
1388’an. No:137 Balgat Enqere/Tirkiye
Tel: +90 312 220 19 50
E-mail: bdpwomandiplomacy@yahoo.com.tr
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder